Îro li bajarê Dêrikê dewleta Tirk a dagirker, 4 erebeyên welatiyan û hêzên Asayşê bombebaran kir.
Di êrişên dagirkeriyê de 3 endamên Asayîşa Sotoro şehîd bûn.
Û 8 welatî jî di van êrişan de birîndar bûn.
Sibê ji bo hersê şehîdan li navenda ciwana a dêrikê merasîm tê lidarxistin
Sibê saet 3’ê li navenda ciwanan a Dêrikê ji bo hersê şehîdan merasîm tê lidarxitin.
Wê cenazeyên Cemîl Hena Hena û Şerbel Neîm Selîba li goristana pêkhateya xiristiyan bê oxirkirin.,
Cenazyê şehîd Mizefet Mihemed Mihemed jî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bê oxirkirin.
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 8 kes birînda bûn
Meclisê diyar kir ku 2 endamên din ên bi navên Corc Şîmo Yuhena û Danî Semîr Xelef birîndar bûn.
Her wiha nûçegihana me, navên 3 birîndaran din ku bidest xistin rangihand.
Li gorî wê,
Heyder Rustem (16), Reşîd Salih Omer Emro (49) û Mihemed Emîn Îsmaîl (51).
Piştî bombebarana 3 erebeyan, dewleta Tirk li gundê Wankê yê heman bajarî erebeyeke din kir hedef.
Birîndarên êrişan li nexweşxaneyên bajarê Dêrik û Qamişlo tên dermankirin.
Ji dawiya 2023’an ve dewleta Tirk pêla êrişê nû a qirekirinê li ser herêmê daye despêkirin.
Di encama êrişên wê yên li ser binesazî, navendên xizmetguzarî, nexweşxane, dibistan, navendên tenduristiyê, nuqteyên petrolê, stasyonên elektirîkê û malan de 9 welatî şehîd û bi dehan jî birîndar bûn.
Ji wê demê ve heta niha li herêmê pirsgirêkên pêdiviyên jiyanî di warê elektirîk, sotemenî û avê de derketiye.