Kombûna Jinan a Zenûbya tevlî li pêngava cîhanî bû

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya tevlîbûna xwe ya di nava pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” re ragihand. Li Minbicê jî li dijî tecrîdê bang li tevahî azadîxwazan hate kirin têkoşînê mezin bikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn têkildarî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên girseyî yên gel tên lidarxistin.

Bi destpêkirina pêngava cîhanê ya bi diruşma ′Azadî ji Abdullah Ocalan re, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ku di 10′ê Cotmehê de hatiye destpêkirin tevlêbûn bi awayekî girseyî zêde bû.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Reqayê, bi beşdariya endamên meclis, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, saziyên sivîl ên Reqayê daxuyaniyek li stada Beledî da.

Kombûnê berxwedana rêber Apo ya li dijî komplo û tecrîdê silav kirin û gotin

Ji bo pêkanîna azadiya rêber Apo destpêkirina pêngaveke wiha girînge..

Divê cîhanê baş fêm bike ku navenda pêkanîna aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn, li Îmraliyê ye.

Em piştgiriya pêngavê dikin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em dengê xwe bilind dikin.

Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Minbicê hat şermezarkirin

Di heman demê xelkên Minbicê jî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Endamên Meclisa Perwerdê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û saziyên girêdayî wê, endamên meclisên perwerdê yên meclisan, rêxistinên civaka sivîl û Akademiyên Civaka Demokratîk beşdar bûn.

Di çalakiyê de Meclisa Perwerdê ya Minbicê daxuyaniyek da û got:

Tecrîd li dijî rêber Apo bandor li tevahî civakê kiriye.

Hezên desthilatdar dixwaze bi girankirina tecrîdê civakê bê îrade bihêle.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî azadîxwazan hate kirin ku tev bigerin û têkoşînê mezin bikin, her wiha bi çalakiyan balê bikişînin ser tecrîdê.

Back to top button