Şêniyên Kobanê: Polîtîkaya dorpêçê ya hikûmeta Şamê nayê qebûlkirin

Şêneyên Kobanê li hember siyaseta dorpêçê ya hikumeta Şamê nerazîbûna xwe nîşan da û piştgiriya xwe ji şêniyên Şehba û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan dan.

Welatiyê bi navê Hecî Mihemed diyar kir ku ew dorpêça kihûmeta Şamê û siyasetên wê yên birçîkirinê qebûl nakin û wiha anî ziman:

“Armanca hikumeta Şamê ji dorpêçê ew e ku şênî li hember Rêveberiya Xweser rabin.”

Welatiyên bi navê Mihemed Receb jî dazanîn ku li şûna fezkirina dorpêçê pêwîst bû hikûmeta Şamê li dijî êrîşên tirkiyê bisekiniya û gelê herêmê biparasta û got:

“Ev dorpêç li dijî hemû gelê herêmê ye.”

Esed Ebod jî anî ziman ku hikûmeta Şamê bi rêya dorpêçê hewl dide kurdan hîn zêdetir perçe bike.

Xaliye Bekî jî dazanîn ku Gel bi dorpêç û birçîkirinê qir nabe.

Bi siyaseta dorpêç û êrîşan dixwazin herêmê vala bikin

Back to top button