Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo bîranîna qurbaniyên felaketa erdhejê 3 rojan şîn ragihand ..
Ji bo alîkarî bi lez bigihêje malbatên hewcedar bang kir ku alîkarî bi rêya hesabên Heyva Sor a Kurdistanê bêne kirin.
KCDK-E’yê têkildarî erdhejên bandora giran li zêdeyî 10 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kir, daxuyaniyek da û got :
“Dewleta Tirk a faşîst berpirsyarê sereke yê êşa madî, manewî û komkujiya li ser gelê me ye.
Ji ber vê yekê jî em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî vê felaketê seferber bibin.”
“Alîkarî bila bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin”
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Em zanin ku Kurdistaniyên li derveyî welat, wê nanê xwe, derfetên xwe bi mexdûrên erdhejê re parve bikin.
Ev alîkarî jî divê bi rêya hesabên Heyva Sor a Kurdistanê bêne kirin. ”
Di dawiya daxuyaniyê de bi navê KCDK-E sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re hate xwestin û şîfa xêrê ji birîndaran re hate hêvîkirin.