Li Bakurê Kurdistan û Sûriyê bi pileya 7.4 erd hejiya

Erdhejeke bi pileya 7, 4 ku navenda wî navçeya Pazarcix a bajarê Gurgum (mereş) a Bakurê Kurdistanê ye pêk hat.

Hate ragihandin erd hej derdora saet 04.17’an de pêk hatiye.

Li gor ragihandina Tirkiyê erdhej bi kurayiya 7 kîlometre, bi pileya 7.4 navenda wî navçeya Pazarcix a Bajarê Gurgumê bûye.

Lê erd hej li bajarê heleb heta bajarê Amedê li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûrî hate hîskirin.

li gor agahiyan li Heleb, Idlib, Lazgiye, hema, cerablus, Bab,, Kobanê Riha, Mereş, Semsûr, Amedê gelek mal û avahî xirabûne..

Li gor agahiyên destpêkê li bajarê Semsûrê 23, li bajarê Rihayê 15, li bajrê Amedê 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî jî dibêjin bi dehan kese jiyana xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndarin.

Her wiha gelek xanî û avahî jî hilweşiyan e.

Back to top button