Navenda ragihandinê ya Hêzên Asayişê ragihand ku hêzên wan yên dijî Madeyên narkotîkê li bajarê Hesekê bi ser du cihên bazirganên madeyên narkotîkê de girtin.
Di encamê de 2 bazirgan hatin girtin.
Navendê têkildarî mijarê ev agahî par vekir:
“Şopandin û lêgerîna hêzên Asayişê ji bo rêgirtina li ber nexwaşiya madeyên narkotîkê dewam dike.
Roja 14’ê Çile hêzên me yên li dijî madeyên narkotîkê, 2 kes li cihên cûda yê bajarê Hesekê ku karê bazirganî û belavkirina Narkotîkê dikirin, girtin.
Piştî şopandinê û komkirina agahiyan hêzên me 2 oprasiyon pêk anînin.
Di encam oprasiyona yekem de, bazirganek tevî madeyên pê re hat girtin.
Navendê jî ragihand ku di heman rojê de, bi ser bazrganekî din jî girtin û li gel wî jî madeyên narkotîkê hatin desteserkirin.
Asayişê diyarkir ku piştî lêpirsînê ew kes li xwe mukirhatin û radestî Dozgeriya Giştî hatin kirin da ku cezayên xwe bistînin.
Beriya vê jî hêzên Asyişê ragihadibû ku roja 16’ê Çileyê hêzên wan li gundewarên Dêrazorê bi ser baziganekî narkotîkê girtin û li gel wî miqdareke mezin yên narkotîkê hatin desteserkirin.