Putin bi fermandarê Wagner yê berê re civiya

Piştî mirin an jî kuştina lîderê Wagner Prigojîn, Serokê Rûsya Vladimir Putin li kesekî nû digere ku komê birêve bibe.
Ji bo vê yekê Putin bi fermandarê berê yê Wagner Andrei Troshev re civiya.
Putin jî wî xwest ku li ser leşkerên dilwaz yên li Ukraynayê be.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin doh li Kremlînê bi fermandarê berê yê koma çekdarên Wagner yên Rûsyyaê Andrey Troshev re hevdîtin kir.

Di civîna ku Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov jî lê amade bû de, çawa yekîneyên şer ên dildar di şerê Ukraynayê de hatin bikaranîn, hat nîqaşkirin.

https://rutube.ru/video/7c2ccbab424165eae584fab168cf05a9/

Putin Troshev erkdar kir ku çavdêriya yekîneyên şer ên dilxwaz ên li Ukraynayê bike.

Serokê Rûsyayê di hevdîtinê de ji Troşev re got:

“Hûn dizanin çi qewimî, çawa hat kirin, hûn ji berê de pirsgirêkên ku divê werin çareser kirin ji bo ku têkoşîn bi awayê çêtirîn û herî serkeftî pêş bikeve dizanin.”

https://rutube.ru/video/e30e0b07bdc5b12aec089b55314f8f44/

Ji aliyê din ve Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got;

Troshev niha di bin banê Wezareta Parastinê de dixebite.

Piştî serhildana Wagner dihat xwestin troshev serhildanê dewir bigre

Medya Rûsî tekez kir ku cvîna li Kremlînê nîşan dide ku dewletê piştî serhildana têkçûyî ya meha Hezîranê ya lîderê Wagner Prigojin, pêk aniyî komê dewir bigre.

Prigojin bi awayekî nepenî meha Tebaxê di ketina balafirê de mir.

2016’an Toshev ji ber rola wî di êrîşên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li Palmîra de, bi madalyaya herî bilind a Rûsyayê bi navê “Lehengê Rûsyayê” hat xelatkirin.

Back to top button