Serokomarê Iraqê bi malbatên qûrbaniyên şewatê re civiy

Serokomarê Iraqê Reşîd li bajarokê Hemdaniyê bi malbatên qurbaniyên şewatê re kom bû.
Reşîd ji malbatan re sersaxî xwest.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî, Wezîrê Karê Hindur raste rast ji bo lêkolînkirina bûyerê erkdar kir.

Di şeva 26’ê Îlonê de li bajarokê Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Musilê li salonek dawetê de şewat derket.

Di encama şewatê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dan û bêtirî 200 jî birîndar bûn.

Kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji baweriya Xiristiyan bûn.

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, piştî serdana Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî serdana bajarokê Hemdaniyê kir.

Reşîd di gihiştina bajarok de ji aliyê Wezîrê Koçberiyê ve hate pêşwazîkirin.

Piştre jî berê xwe dan bin konê sersaxiyê.

Paşê Serokê Komarê ji bo sersaxiyê ji qurbaniyên şewatê re bixwaze çû Metranê Mar Behnam û Sara.

Li wir Metranê Mûsilê ew pêşwazî kir.

Reşîd li wir ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî şifa xêrê xwest û got:

Ev bûyer bandor li ser tevaniya Iraqê kiriye.

Em ji bo rewşa we ji nêzve bibinîn hatine.

Metran ji ber serdana Reşîd keyfxweşiya xwe anî ziman û bandora ji ber karesatê li herêmê bûyî nirxand.

Metranê Mûsilê herwiha daxwaza lêkolîneke dadmend û şefaf li ser sedemên agirpêketinê kir.

Sûdanî Wezîrê Karê Hindurîn ji bo lêkolîna ser şewatê erkdar kir

Hêjayî gotinêye ku piştî karesata şewatê ya li bajarokê Hemdaniyeyê Serokwezîrê Iraqê Sûdanî raste rast Wezîrê Karên Hindir ê Iraqê ji bo lêkolîna sedema bûyerê şand cihê karesatê.

Wezîrê Karên Hindir yê Iraqê Ebdul Emîr Şemerî di daxuyaniyek ji bo çapemeniyê de ragihandibû ku heta niha ji ber bûyerê 14 tometbar hatine binçavkirin.

Ji ber şewata li Hemdaniyê 14 kes hatin binçavkirin

Back to top button