TJA’yê li Mêrdînê starta pêngava “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” da

TJA’yê li Mêrdînê ya têkildarî pêngava xwe ya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” da, banga xurtkirina têkoşînê kir û bal kişand ser tecrîd, polîtîkayên şerê taybet û qetilkirina jinan.

Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê bi diruşma “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” starta pêngava dan.

Tevî aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên partiyên siyasî, Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Di sedsaleke ku tê de têkoşîna jinan mezin bûye, li hemû cîhanê belav bûye.

Rengê binefşî veguherandiye serhildana “Jin jiyan azadî”.

Bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” di pêvajoyeke nû didin destpêkirin.

“Di 100’emîn salvegera Lozanê de ku yek ji sûcên herî mezin ên serdestiya mêr e.

Îro Rojhilat ev berpirsyarî girtiye ser milên xwe

û li dijî yek ji zîhniyeta herî zalim û mêtinger a li Rojhilata Navîn têkoşîna efsanewî didomîne.

Ev têkoşîn di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadî ” li hemû cîhanê belav bû

TJA’ê destnîşankir ku ew ê li dijî polîtîkayên li Kurdistanê xweza, ked, jin, zarok, ziman û gelên tên meşandin radiwestin û got:

“Em jin dizanin ku têkoşîna me wê tu zilmê nas neke û li hemberî faşîzmê serî netewîne.

Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş jî axifi û ev nirxandin kir:

“Ev kampanya azadiya Rêber Abdullah Ocalan armanc dike û rêxistinên jinan bi hêz dike.

Pêngava me ji tecrîda li girtîgehan re dibêje ‘NA’. Ji talana ekolojîk a li Kurdistanê re dibêje ‘Êdî bes e’.

Ev pêngav ji kuştinên li dijî jinan re dibêje ‘êdî bes e’.

Ji bo silavkirina Rêber Apo ye.

Ji bo parêzvanên zimanê zikmakî silavek e.

Ji hemû jinên cîhanê re silavek e,”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Back to top button