Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Fatîh ya Stenbolê Seyrî Îpek têkildarî komploya navneteweyî nerxandin kir û diyar kir ku bi çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” re xeleka berxwedanê hatiye avakirin û komploya navneteweyî bi saya sekna Rêber Apo û çalakiyên gel li bin ket.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Fatîh ya Stenbolê Seyrî Îpek, d 24’ê cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Sakaryayê li dijî komploya navneteweyî bedena xwe dabû ber agir û birîndar bû.
Seyrî têkildarî salvegera 25’emîn a komploya navneteweyî û çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” nirxandin kir.
Seyrî anî ziman ku armanca komploya tunekirina Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya gelê kurd bû û wiha domand:
Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe komploya tarî xistin meriyetê.
Lê belê ev komplo, bi saya paradîgmaya jiyana nû, felsefe û sekna Rêbertî vala hate derxistin.
Seyrî destnîşan kir ku gelê kurd li dijî komployê hevgirtina xwe xurt kir û wiha got:
Bi çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ re xeleka berxwedanê hate avakirin.
Seyrî diyar kir ku çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ku li gelek girtîgehan balav bû û bandorek giring kir û wiha domand:
Li dora Rêber Apo xeteke ji agir a bexwedanê hate avakirin.
Ev berxwedan li her 4 perçeyên kurdistanû, Rusya û Ewropayê belav bû.
Her wiha veguherî serhildaneke topyekûn, xwedî li Rêbertî û Tevgera Azadiyê ya Kurd derket û komplo vala derxist.
Gelê kurd li her deverî rabûn ser piyan, berxwedan û çalakiyên xwe xurtir kirin.
Hevseroka (HDP) Seyrî Îpek da xuyanêkirin ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan esas were girtin û wiha bi dawî kir:
Divê têkoşîna gelê kurd li dijî tunekirina tecrîdê xurtir bibe û bidome.
Ji ber ku ev tecrîd li ser civakê bi giştî tê meşandin.
Divê armanca me azadiya Rêbertî ji nav dîwarên Îmraliyê be û ew tecrîd ji holê were rakirin.