41 rêxistinên hiqûqî, civakî û jinan ên Sûriyê û derve nameyeke hevbeş ji sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres re şand û bang li saziyê kir ku rê li pêşiya pêkanîna sûcên şer bigire.
Di nameyê de rêxistinan wiha got:
Herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mînaka berçav e ku navaroka nameya me ji we re ye û hat gotin:
“Dewleta Tirk sûcên hovane li dijî leşker û dîlên şer pêk tîne, rêbazên danûstandina bi wan re bin pê dike.
Her wiha hemû bendên Qanûna Mirovî ya Navneteweyî, Qanûna Mafên Mirovan a Navneteweyî û hevpeym û ragihandinên wan mafan bin pê kirin.”
Rêxistinan bang li NY`yê kir ku yekser berpirsyarî û erkên xwe bi cih bîne.
Yekser xebatên bicihkirina malbatên Ereb li herêmên dagirkirî rawestin.
Bang li Tirkiyê bike ku dezgehên çapemeniyê, komîte û rêxistinên navneteweyî, xêrxwaziyê û hiqûqî û yên civaka sivîl derbasî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bibin.