Ji ber pevçûnên dijwar ên di navbera Artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên HPG’ê yên li Deriyê Sînor ê Deştanê, derî hat girtin.
Hat ragihandin ku li nêzê deriyê sînor ê Deştanê (Uzumlu) yê li ser sînorê Çelê ya Colemêrgê ya bi Başûrê Kurdistanê re, di nava gerîlayên HPG’ê û Artêşa Tirk de pevçûnên dijwar qewimîn.
Hat zanîn ku piştî pevçûna bi saetan, deriyê sînor hatiye girtin û gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.
Her wiha 7 karmendên gumrikê yên bi destpêbûna pevçûnê re wenda bûn, heta niha ne xuya ne.