Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî û cezayê displînê yê li ser Rêber Abdulah Ocalan hatî birîn, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê meşek girseyî hat lidarxistin.
Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û hata ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ve hat dayîn.
Fîlîz di destpêkê de balkişand li ser tecrîda girankirî û cesazyê displînê yê li ser Rêber Ocalan û got:
“Me bi fikir û felsefeya Rêbertî xwe naskir û em bi wî fikrî re mezin bûn.
Ji bo wê jî heta azadiya Rêbertî mîsoger nebe emê li qadan bin û di nava rêze çalakiyan de bin.
Yê ku bikaribe girêya kor a Rojhilata Navîn çareser bike, Rêbertiya me ye.
Rêbertî di bin şertên herî giran yên tecrîdê de li berxwe dide.
Ev berxwedan û îradeyek li ser aqilê mirovan re ye.
Dewleta Tirk ji bo gelê Kurd ji rûpelê dîrokê rake, bi teknîka herî pêşketî, bi çekên kîmyayî êrişê şervanên me dike.”