Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û Til Koçer cenazeyê du şervanên Hêzên Senadîd li Goristana Şehîd Uqab El-Esewed a Til Koçerê spartin axê.
Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê kom bûn û tevlî merasîma cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Riyad El-Mitorî û Zahir El-Belo ku di encama êrişeke çeteyên DAIŞ`ê de li gundewarên navçeya Til Koçerê de şehîd bibûn, bûn.
Li goristanê toreneke leşkerî ji aliyê Hêzên Senadîd ve hate lidarxistin.
Di merasîmê de yek ji fermandarên Hêzên Senadîd Xalid Şahir û hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivîn û gotin: “Me soz daye gelê xwe ku em ê parasvanên vê xakê bin û pîrozbahiyên civaka xwe biparêzin.”
Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Di dawiyê de cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Uqab El-Eswed a Til Koçerê hatin oxirkirin.