Ji bo beşdariya çalakiya 9’ê Cotmehê a li Amedê bang hate kirin

Bi nêzîkbûna salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêber Apo hate destpêkirin, Rêxistinên kurd li Amedê diyarkirin ku heta azadiya Rêber Apo wê bê navber têbikoşin.
Bang li her kesî hate kirin ku beşddarî çalakiya ku wê 9’ê cotmehê li dijî tecrîdê li Amedê pêk bê, bibin.

Bi boneya 25. salvegera komploya navneteweyî a 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, li Amedê daxuyanî hate dayîn.

Gelek sazî û rêxistin beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, Rêber Apo li Girava Îmraliyê 24 sal in di bin tecrîdeke bêhiqûqî û taybet de dîl tê girtin û wiha hat gotin,

“Di navenda komploya navnetewî de gelê kurd cih digre. Plana ku bi komploya navneteweyî ket meriyetê îro jî bi berfirehî didome.”

Hat bibîrxistin ku zêdeyî 30 meh in hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin û vê yekê jî rê li ber hêrseke mezin vekiriye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin heya ku tecrîda giran neşikê, wê herdem berê gel li Îmraliyê be û bang li herkesî hate kirin ku 9’ê Cotmehê li Amedê bicivin.

Back to top button