Li Dêrazorê erebeyek hêzên hikûmetê teqiya, di encamê de 5 leşkerên hikûmetê hatin kuştin.
Li Derayê jî di êrişek ji aliyê çekdarên nenas ve 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, li nêzî bajarokê Eyaş ê girêdayî Dêrazorê erebeyek leşkerî ya hêzên hikûmeta Şamê teqiya.
Di encamê de 5 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bû.
Li gorî çavdêriyê, heta niha çawabûna teqandina erebeyê ne-hatiye zelalkirin.
Li Derayê çekdarên herêmî û hêzên hikûmetê şer kirin
Her wiha çavêdirya Sûrî diyar kir ku vê sibê li bajarokê Neîma yê li Derayê çekdarên nenas êrişî erebeyekê kirin.
Di encamê de 2 leşkerên Fîleqa 8’an yên girêdayî Hikûmete Şamê û hevjîna yek ji wan, hatin kuştin.
Feyleqa 8’an, koma çekdar ya girêdayî Fayiz El-Radî bi êrişa li dijî leşkerên wê, tewanbar kir.
Piştî wê, leşkerên Feyleqa 8’an û çekdarên girêdayî Fayiz li nêzî sînorê Nesîb yên Urdin û Sûrî şerê hev kirin.



