Asayîşê mikurhatinên 2 çeteyên şaneyên DAIŞ belav kirin

Du çeteyên şaneyên DAIŞ’ê li xwe hukur tên ku operasyonên terorî li herêmê pêk anîn e.
Ev mûkurhatinên çeteyan ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatin belav kirin.
Herdû çete behsa gelek kirinan dikin, em bihevre zêdetir ji devê wan guhdar bikin.

Hêzên Asayîşê mikurhatinên 2 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê belav kirin.

Her du çete di mikurhatinên xwe de, hûrguliyên pêkanîna operasyonên terorî li herêmê vedibêjin.

Çeteyên bi navê Sayil Ecîl El-Ecîl ji bajarokê Kerama yê girêdayî Reqayê ye.

Çeteyê bi navê Sayil dibêje, pere û çek ji Tirkiyê re jê re dihatin û piştre jî wî 4 bombe wergirtin.

Çeteyê bi navê Mihemed Feysel El-Ebdula jî ji bajarokê El-Kerama ye û sala 2022’an tevlî şaneyeke DAIŞ’ê bûye.

Her du çete mikur tên ku wan bombeyek li dijî erebeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikar anîye.

Back to top button