Li Humsê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li Humsê mayîneke di wesayîteke leşkerî ya hêzên hikûmeta Şamê de teqiya.
Di encamê de 3 leşkerên hikûmetê hatin kuştin, 10 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê li ser rêya Meşrefê ya li gundewarê rojhilatê Husmê mayînek di wesayîteke leşkerî ya hêzên hikûmeta Şamê de, teqiya.

Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

li gorî çavdêriyê, rewşa hin birîndaran xeter e, lewma dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Heta niha tu aliyan êriş ne-girtiye ser xwe.

Back to top button