YPJ: Hevrêya me Nejbîr Zagroz şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin :

“Hevrêya me Jaklîn Ehmed bi nasnav Nejbîr Zagros ji bajarê Kobaniya berxweder.

Hevala me Nejbîr yek ji wan jinên ciwane ku hebûn û nasnameya xwe nas dike.

Hevrê Nejbîr di temênê xwe yê ciwan de xwedî zanebûneye bilind a azadiyê bû.

Hevrêya Nejbîr Zagros di 5’ê Tîrmehê de dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd ket..”

Fermandariyê sersaxî ji malbata şehîd Nejbîr û gelê Kurd re xwest

Nasnameya şehîd Nejbîr wiha ye:

Nav û paşnav: Jaklîn Ehmed
Nasnav: Nejbîr Zagros
Dîroka şehadetê: 5’ê Tîrmehê

Back to top button