“Dewleta Tirk dixwaze vîna jina berxwedêr têk bibe”

Jinên li kantona Minbicê diyar kir ku biryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi revandina jinan diwazin berxwedaniya şêniyan taybet jî ya jinan têk bibin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir derbarê êrîşên dewleta Tirk de axivî û wiha got:

” Biryarên dewleta Tirk ên li dijî jinan, hewldanên binkeftî ne ku jê armanc dike berxwedana şêniyan û jinan ên li dijî dagirkeriyê, têk bibe.

Her wiha Ibtîsam bang li cîhanê kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî dike, eşkere bikin.

Welatiya bi navê Buseyne El Hesen jî got: “Kiryarên li dijî jinan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, sûc in û dîrok wê ji bîr neke.”

Rîm Derwîş jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze welatiyan bi vê şêwazê bide koçberkirin.

Emîne El Cerah jî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinan li herêmên dagirkirî şermezar kir.

Şêniyên Qamişlo sûcên li dijî jinên Efrînê şermzar kirin

Back to top button