Li Şehbayê, rakirina tolikê bi hevkariya jinan tê kirin

Pincarê tolikê, li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî heye û li Efrînê bi cihêwaziya rakirina xwe tê naskirin. 

Her sal, jinên Efrînî ji bo komkirina gihayan, dadikevin gelî û zeviyan û wan dikin xwarin û şerbet.

Navê tolikê li her herêmekê cihê ye; hin jê re dibêjin tolik, tirşo, caqer û hin jî dibêjin xerdel.

Tolik, xwedan gelek sûdemendiyan e; wekî dermanê kuxik û kulbûnê.

Di milê aborî de jî, hin jin serê sibê tolikê didin hev û li bazarê difiroşin û pê debara xwe dikin.

Jinên Efrînê yên niha li gundên Şehbayê dimînin, bi armanca komkirina gihayê tolikê ji malên xwe derdikevin û xwarina roja xwe peyda dikin.

Back to top button