Supayê Pasdarên Îranê berpirsyariya êrişa Hewlêrê girt ser xwe

Şevê din Supayê Pasdarên Îranê bi moşekan êrişî bajarê Hewlêrê kir.
Di êrişê de karsazên bi navê Pêşrew Dîzeyî, Kerem Mixayîl û du kesên din hatin kuştin.
Di daxuyaniya Îranê de hate gotin êriş li dijî navendeke sîxuran û ji bo parastina ewlehiya welatê xwe pêk anîne.
Iraq, Rêveberiya Başûr, Amerîka û Fransayê êriş şermezarkirin.

Şevê din li dijî bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê bi moşekan êrişek pêk hat.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê êriş li dijî navçeyên Pîrzîn, Bineslawa û balafirgeha navnetewî pêk hatine.

Hat ragihandin di encama êrişê de karsazekî ji malbata Barzanî yê bi navê Pêşrew Dîzeyî, karsazê Iraqî yê bi navê Kerem Mîxayîl û du kesên din hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Her wiha hat gotin ji ber êrişê derî û pencereyên avahiyên derdorê şikestine.

Supayê Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekî berpirsyariya êrişê girt ser xwe.

Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Îranê IRNA’yê, Supayên Pasdarên Îranê bîryargeha sîxuran ya li başûrê Kurdistanê bombebarankirin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî derbarê êrişê de daxuyanî da û diyar kir ku wan “ji bo parastina ewlehiya welatê xwe” ev êriş pêk anîye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan Cîhana Ereb (AWP) Supayê Pasdaran odeyeke operasyonê ya girêdayî rêxistina îstîxbaratê ya Îsraîlê Mossad’ê hedef girtiye.

Ajansa Nûçeyan a Tasnîm’ê jî îdia dike, Supayên Pasdaran ev êriş weke bersivdayîna êrişên dawî yên Îsraîlê pêk anîye.

Li aliyê din, li dijî êrişên Îranê yên ser Hewlêrê bertekên tund hatin nîşandan.

Rêveberiya Başûr û serokkomarê Iraqê êriş şermezar kirin

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî da û êriş şermezar kir.

Reşîd êriş weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir û diyar kir êrişên bi vî rengî dibin sedema xirabûna ewlehî û aramiya li welat.

Letîf Reşîd dibêje, “pêwîste pirsgirêk ne bi leşkerî lê bi danûstandinan bên çareserkirin.

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin hêcetên Supayên Pasdaran yê Îranê bêbingeh in û ji hikumeta Iraqê jî hate xwestin ku ji bo eşkerekirina rastiyê dest bi lêkolînê bike.

NY, DYA Û Fransayê êrişa Îranê şermezar kirin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî êrişa Supayên Pasdarên Îranê ya li dijî Hewlêrê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Amerîka li dijî êrişên bi armanca têkbirina aramiya Iraqê ne.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye û hat xwestin êriş bên rawestandin.

Mîsyona Alîkariyê ya NY a Iraqê (UNAMI) jî êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin êriş binpêkirina yekparetiya xaka Iraqê ye.

Back to top button