Du birayên hev li Efrînê hatin revandin

Dewleta Tirk hovîtiya xwe ya li herêmê dagirkirî dewam dike.
Li Efrînê 2 welatî hatin revandin.
Her weha li hember berdana 3 welatiyan 7 hezar dolar ji malbatên wan standin.
Û welatî Îsa Omer jî li hember 3 hezar û 700 dolatî hat berdan.

Efrîn News 24 ragihand çeteyên ku navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin welatiyên bi navê Fîras Nûrî Hoba û Cewad Nûrî Hoba li Efrînê revandin.

Çeteyan her 2 welatî ber bi cihekî ne diyar ve bibrin.

Li hember 7 hezar dolarî 3 welatiyên ku hatibûn revandin, hatin berdan

Li aliyekî din jî çeteyên El Hemzat di nav de, jinek 3 welatî li Efrînê revandin.

Navên welatiyên ku hatin revandin wiha ye:

Zelûx Betal 21, Yihya Betal 38 û Hisên Kirêş 45 ji xelkê gundê Basûta ya Şêrawayê ne.

Efrîn News da zanîn ku çeteyan piştî girtina 7 hezar dolar fidye ji malbatên wan, ew berdane.

Piştî dayîn 3700 dolarî îsa omer ê revandî hate berdan

Li hember dayîna 3 hezar û 700 dolarî jî çeteyan welatiyê 50 salî Îsa Omer berdan.

Efrîn News diyar kir ku çeteyan Îsa Omer bi behaneya ku berê bi Rêvberiya Xweser re kar dikir revandibûn.

Back to top button