Li Kurdistan û Tirkiyê coşa Partiya Çepên Kesk

Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bi serdan û mitîngan bi coş didomînin Li Navçeya Xinûsa a Erziromê bi tevlibûna siyasetmedar û hezaran kesan mitîngek girseyî hat lidarxitn. Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku li wir xitabî gel kir anî ziman ew ê 100 parlamenteran bikeve meclisê û got: Em ê Tifaqa Zilmê ya AKp-MHP’ê di sindoê de bihêlin.

Ji hilbijartinên giştî yên li Tirkiyê re 11 roj man.

Gel û siyasetmedar li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xebatên xwe bênavber didomînin.

Li Xinûsa Erziromê Partiya Çepên Kesk mitîngek girseyî li dar xist

Hevserokê HDP’a Erziromê Muammet Duman û namzetên Partiya Çepên Kesk girse silav kirin.

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş jî li ser telefonê bi zindî tev li mitîngê bû û got:

“Girseya kom bûyî ji me re dibêje ku Erziromê biryara xwe daye.

Sirri Sakik: Em ê tecrîdê têk bibin

Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik jî di mitîngê de ev tişt anî ziman:

“Piştrast bin ku em ê bikarin ji vir 3 parlamenteran jî derxînin.

Em ê ji Xarpêt û Meletiyê jî parlamenteran derxînin.

Em ji bo azadiyê li qadanin.

Em ê deriyê tecrîda li Îmraliyê bişikînin.

Di serî de hevalên me yên di girtîgehan de, wê bi deh-hezaran hevalên me azad bibin. ”

Pervîn Buldan: Em ê bi 100 parlamenteran bikevin meclisê

Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan xitabî gel kir.

Pervîn Buldan diyar kir Partiya Çepên Kesk di wê astê de ye ku bi 100 parlamenteran bikeve meclisê û got:

“Bi jin, ciwan, kal û pîr, bi tirk, kurd, elewî û sûniyên xwe, hemû kesên rastî cihêkariyê tên, yên rastî tundî û zextê tên biryara xwe dane. ”

Pervîn Bûldan: Em ê tifaqa zilmê di sindoqê de bihêlin

Pervîn daxuyakirin ku ew ê Tifaqa Zilmê ya AKP-MHP’ê di sindoqê de bihêlin û ev tişt anî ziman: Destihilatek li pêşberî me heye ku keda jinan dixwe, paşeroja ciwanan û xeyalên wan têk dibe.

Em ê vê tifaqa zilmê ya AKP-MHP’ê ya 21 sal in didome, di 14’ê Gulanê de hilweşînin.”

Mitîng, bi guhdarîkirina stran û gerandina govendê bi dawî bû

Piştî axaftin û peyaman mitîng, bi guhdarîkirina stranên Dengbêj Xalîdeyê bi dawî bû.

Partiya Çepên Kesk li denîzliyê hevdîtina gel li dar dixe

Li aliyê din Partiya Çepên Kesk li Denîzliyê jî hevdîtina gel li dar dixe û hezaran kes beşdar bûn.

Li wir jî axaftvanan peyamên serkeftinê dan.

Li navçeya Hezex a Şirnexê Partiya Çepên Kesk şahî li dar xist

Back to top button