7 leşkerên hikûmeta Şamê li Homs û Hemayê hatin kuştin

Di êrîşeke çeteyên DAIŞê li ser gundewarên Homs û Hemayê de, hejmarek kuştî û birînadarên hêzên hikûmeta Şamê çêbû.

Li gorî hin çavkaniyan, duh êrîş li devera El-Rewda a bajarê Hemayê çêbû û di encamê de 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

DAIŞê her wiha êrîşek din jî bir ser nuqteyên hikumetê yên li bejahiya Homsê û 4 leşker kuştin û hejmarek jî birîndar kir.

Tê zanîn, gelek caran çeteyên DAIŞê êrîş li dijî hikûmeta Şamê li wan deveran pêk anîne.

Back to top button