Çav li rê bû ku îro 8’ê Hezîranê civîna yekemîn a parlamentoya Sûriyeyê hatiba lidarxistin.
Lê heya niha tu nîşaneyên lidarxistina civînê xuya nakin.
Hikumeta demkî ya Sûriyeyê di dema dawîn de tayînkirina nûnerên parlamentoyê yên piraniya parêzgehan bi rêya deste û komîteyên hilbijartinan temam kiribû.
Lê serokê hikumeta demkî nûnerên ku hejmara wan 70 kes e, ranegihandine.
Her wekî 3 kursiyên ku ji bo Siwêdayê hatine veqetandin hîna vala ne.
Ti nîşaneyên lidarxistina civîna parlemantoya Sûiyê xuya nakin
Li gorî pergala demkî ya hilbijartinan ku di Tebaxa 2025’an de hatibû pejirandin,
140 endamên parlamentoyê bi rêya komîteyên hilbijartinan ên li parêzgehan hatine avakirin tên tayînkirin û 70 endam jî ji aliyê hikumetê ve têne tayînkirin.
Li gelek deverên Sûriyeyê, gelek partî û hêzên siyasî û civakî yên Kurd, Suryan û Ermen nerazîbûn nîşanî şêwazê avakirina parlamentoyê da.
Hikumeta demkî jî îdia kir ku şêwaza heyî taybetmendiya “Pêvajoya demkî û mercên awarte ku Sûriye tê re derbas dibe” ferz dike.
Heya niha tu vexwendinên fermî ji endamên parlamentoyê re ji bo lidarxistina rûniştina yekem nehatine şandin.



