Li Çînê zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest da

Li başûrê Çînê, ji ber baranê, lehî rabû û erdhej çêbû. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest da.

Ji destpêka meha Hezîranê ve, li başûrê Çînê baraneke xurt dibare.

Li gorî ajansa nûçeyan a Çînê ya Nû, ji ber baranê, hezar û 300 xanî xera bûn û zêdeyî 230 hezar mirov jî neçar man cihê xwe berdin.

Li gorî Wezareta Rewşa Lezgîn, li herêma Gûangşiyê 6 kesî jiyana xwe ji dest da û kesek jî winda bû.

Wezaretê diyar kir ku li herêmê bi giştî, bi qasî 4 milyar ango (500 milyon Euro) xisar çêbûye.

Li wîlayeta Hûnanê jî bîlanço girantir e, ku li gorî bîlançoya roja Çarşemê, 13 kes û li eyaleta Gûîzhoûyê jî 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Back to top button