Li Amedê rojane 700-750 kes bi Coronayê dikevin

Ji ber xemsariya desthilatdariya AKP-MHP li bajêrên Bakurê Kurdistanê, rojane kêm zêde 300-400 kes bi vîrûsa coronayê dikevin. Lê dewleta Tirk jimara rast vedişêre yan jî kêmtir dibêje. Bajarê ku herî zêde corona lê belav bûye jî Amed e. Odeya Tebîban a Amedê diyar kir ku li bajêr rojane 700-750 kes ji ber coronayê jiyana xwe ji dest didin.

Ji ber xemsariya desthilatdariya AKP-MHP’ê jimara pêketiyên coronayê li bajarên Bakûrê Kurdisanê zêdetir dibe.

Li bajarên wek Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn û Wanê rojane kêm zêde 300 kes bi coronayê dikevin.

Ji nav van bajarên navborê, bajêrê herî zêde ziyan dîtiye û rewşa wî nebaş e jî, bajarê Amedê ye.

Derbarê mijarê de, Serokê Odeya Tabîban a Amedê Şiyar Guldiken ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku di navbera daneyên Wezareta Tenduristiyê û daneyên wan de cudahiyeke gelekî mezin heye.

Di 3 rojan de 23 kesan li Amedê jiyana xwe ji dest da

Guldiken, destnîşan kir ku li gorî agahiyên ji herêmê digêjin:

“Li tevahiya Tirkiyê di 3-4 rojên dawî de hezar û 400 – hezar û 500 kes bi coronayê dikevin.

Lê li Amedê rojê 700-750 rewş tên tomarkirin.

150 kes niha li beşa lezgîn tên dermankirin.

Di 3 rojên dawî de tenê li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ji ber corona 23 kesan jiyana xwe ji dest daye. ”

Guldiken her wiha got:

“Li goristana corona ya Amedê jî hat dîtin ku heta niha 540 kes hatine veşartin.

Ji ber ku jimara miriyan rojane zêdetir dibe, 90 m2 erdê goristanê zêdetir kirin.

Di dawî de, Serokê Odeya Tabîban a Amedê bang li şêniyan kir ku li benda dewletê nemînin, bi xwe tedbîrên xwe bigirin û ji malên xwe dernekevin.

Li gorî wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê jî, heya niha 263 hezar û 998 kes bi vîrûsê ketine û 6 hezar û 209 kes jî mirine.

Back to top button