Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen ragihand ku civînên li Cinêvê yên destûra bingehên a Sûriyê, careke din dest pê dikin..
Geir Pedersen duh der barê lidarxistin van civînan de got:
“Desteya Tenduristiyê me agahdar kir ku rewşa hersê kesên bi Coronayê ketibûn dide xuyakirin ku em dikarin civînên gera sêyemîn dest pê bikin.
Lê divê beşdarên civînê dûrî hev rûnên û tedbîran bigirin.”
Tê zanîn, di van civînan de nûnerên hikumeta Şamê, opozîsyona Sûrî ya girêdayî deweta Tirk û nûnerên civaka sivîl amade dibin.
Lê belê ev civîn bi paşguhkirina nûnertiya 5 milyon şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî tên lidarxistin..