Li Şedadê, nivîsgeha çêkirina peymanên zewacê û kartên “jiyana hevbeş” hat vekirin.
Rêveberê hevserokatiya Şaredariya Gel Husam El-Te’an destnîşan kir, ku li ser daxwaza şêniyan, Meclisa Navçeya Şedadê ev nivîsgeh vekir.
El-Te’an diyar kir ku xwediyê kartê dikare para xwe ji madeya mazotê û xizmetên din jî bigire.
Rêveberê Şaredariyê eşkere kir ku nivîsgeh xizmetan pêşkêşî şêniyên 500 gundan dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi sedan ciwanên ku di navbera salên (2013-2020) de zewicî ne, ji ber tunebûna Birêveberiya Karûbarên Sivîlan, zewaca xwe tespît nekiribûn û ji mafên xwe yên sivîlane, bêpar mabûn.



