Lêkolîneke Brîtanî: Rêjeya mirina zarokan bi vîrûsê pir kêm e

Bi belavbûna zêde ya vîrûsa Corona li hemû cîhanê, lêkolîneke Brîtanî eşkere dike ku rêjeya mirina zarokan bi vîrûsê pir kêm e. Ji aliyê xwe ve, Unicef jî diyar kir ku ji ber tedbîrên li dijî vîrûsa Coronayê, nêzî 463 miliyon zarok, ji xwendinê bêpar mane, ji lew re divê welatên cîhanê dibistanan bi rengekî ewle vekin.

Lêkolîneke nû ya Brîtanî, derbarê bêketina zarokan bi vîrûsa Coronayê de eşkere kir, ku rêjeya mirina zarokan bi vîrûsê pir kêm e.

Li gorî lêkolîna ku di kovara bijîşkî ya Brîtanî hatiye belavkirin de, tenê 11 ji sedî ji zarokên ku bi coronayê dikevin, rewşa wan giran dibe.

Lê heta niha tenê zarokên xwedî nexweşiyên demdirêj, jiyana xwe ji dest daye.

Unicef: Nêzî 463 milyon zarok ji xwendinê bêpar mane

Bi destpêkirina demsala xwendinê li gelek welatan jî, UNICEF raporek der barê zarokên ji ber Coronayê bê xwendin mane belav kir.

Li gorî rapora rêxistina NY ya zarokan Unicef, ji ber tedbîrên li dijî vîrûsa Coronayê, nêzî 463 milyon zarok, ji xwendinê bêpar mane.

Rêvebera Unicef Henrietta Fore bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev jimara mezin, rewşeke awarte ya cîhanî nîşan dide.

Forê hişyarî da ku gengaz e ev rewş bi dehên salan dewam bike.

Li gorî raporên NY, nêzî milyar û nîvek zarok bi girtina dibistanan bandor bûne, lê ji bo gelek zarokan derfet tune ye ku bi rêbazê xwendina ji dûr ve, perwerdeya xwe bibînin.

NY dibêje:

Gelek zarok nikarin Internet, Televisyon û radyoyê bi kar bînin, gelek jî pir xizan in, her wiha zarokên li deverên gundewarî jî derfetên wan ên xwendina ji dûr ve, pir kêm in.

Unicef bang li hikumetên cîhanê kir ku hewla vekirina dibistanan bi rengekî ewle bikin.

Back to top button