Piştî Çîn û Ewropa êdî Amerîka bûye navenda vîrûsa Corona

Vîrûsa corona belavbûna xwe ya bê navber li seranserê cîhanê didomîne û het niha zêdetirî 2 milyon kes pê ketin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump alîkariya ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî rawestand û Serokê Fransa Macron jî daxwaz kir ku deynên parzemîna Afrîkayê bên taloqkirin.

 

Trump, alîkariya darayî bo “WHO” radiwestand

 

Serokê Amerîka Donald Trump ku beriya hefteyekê gafa rawestandina alîkariya darayî ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî xwaribû, gefa xwe kir biryar.

Donald Trump teqez kir ku, “eger Rêxistinê, di destpêka derketina vîrûsê de, pispor şandibana Çînê, dibe ku vîrûs kontrol kiriba”.

Trump, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî bi mirina hezaran kesî tawanbar kir û li gorî wî, Rêxistinê ti girîngî neda rêkarên giştî yên li dijî vîrûsê.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guteres, ev biryara Trump rexne kir, ku biryara qutkirina alîkariyan di demeke wisa de, ne di cihê xwe de ye.

Heta niha li Amerîka 615 hezar û 406 kes bi vîrûsê ketine, 26 hezar û 164 kes mirine û 38 hezar û 879 kes jî baş bûne.

Piştî Amerîka welatên Ewropa Spanya û Îtalya bîlançoya herî giran dane.

Heta niha li Spanya 177 hezar û 633 kes bi vîrûsê ketine, 18 hezar û 579 kes mirine û 70 hezar û 853 kes jî baş bûne.

Her wiha heta niha li Îtalya 162 hezar û 488 kes bi vîrûsê ketine, 21 hezar û 67 kes mirine û 37 hezar û 130 kes jî baş bûne.

Macron: Divê deynên welatên Afrîka bên taloqkirin

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron destnîşan kir, ku ji bo bidawîkirina krîza vîrûsê, “mecbûrî” ye ku deynên parzemîna Afrîkayê bên taloqkirin.

Macron ji radyoya RFI re axivî û ji Wezîrên Maliyeyê yên welatên G20 xwest ku deynên welatên Efrîkayê taloq bikin.

Macron destnîşan kir ku ew alîgirê wê yekê ye, deyn bi temamî bê betalkirin.

Serokkomarê Fransayê got,

“Ji bo xurtkirina kapasîteya tenduristiyê divê em teqez alîkariyê bi Efrîkayê re bikin û di qada aborî de alîkariyê bi wan re bikin.”

UNICEF: Rîska li ser zarokan zêde bû

Fona Alîkariyê ya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF û saziyên hevpar diyar kirin ku ji ber înternetê li ser zarokan rîsk ava dibe.

Li gorî UNICEF’ê ji ber girtina dibistanan bandor li milyar û nîv zarokan bûye.

UNICEF’ê got, “Ji ber ku di înternetê de zêde wexta xwe derbas dikin, ev tişt ji bo zarokan dibe rîsk û di heman demê de dibe ku zarok rastî tiştên bi tûndî jî werin.”

UNICEF û saziyên têkildar bang li dewlet, sektorên ragihandinê, perwerdekar û malbatan kir ku hişyar tevbigerin û tedbîran bigirin.

Back to top button