Li Brezîlyayê di encama tofana ku ji ber zêdebarîna baranê çêbû, 30 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî desteya Parastina Sivîl a Brezîlyayê li başûr- Rojhilatê Brezîlyayê ji ber zêdebarîna barana du rojan, tofan rabûn.
Hat ragihnadin ku heta niha, 30 kesî jiyana xwe ji dest daye û 17 jî birîndar bûne.
Her wiha gelek zirarên madî jî bi xwe re anîn.
Desteya Şopandina Atmosferê diyar kir ku ev 100 sal e, baraneke wiha zêde li Brezîlyayê nehatiye.