1’ê Îlona sala 2019’an du zilaman li Minbicê tecawizê zarokeke sê salî kirin û hewl dan wê bikujin. Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê cezayê muebbedê li herdû zilaman birî.
Sûcdarê bi navê Eqîl Mûsa yê 23 û Xalid Hac Hesen yê 20 salî, tecawizî zaroka sê salî ya bi navê A.Ş kiribûn û hewl dabûn wê bikujin.
Meclisa Edaleta Civakî ya Minbic û Gundewarên wê ji bo darizandina herdû sûcdaran îro rûnişt.
Di rûniştinê de 170 delege û rûspiyên eşîran amade bûn.
Di rûniştinê de rapora Komîteya Gilî û Lêpirsînê pêşkêş kirî hat xwendin.
Piştî nîqaşan, cezayê muebed tevî xebatên dijwar bêyî efûkirin li Eqîl Mûsa û Xalid Hac Hesen hat birîn.
Her weha biryar hat girtin ku herdû sûcdar 10 milyon L.S bidin malbata zaroka sûc lê hatî kirin.