Erdogan: Em ê heta dawî li Lîbyayê bin

Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan li gel serokkomerê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbûn civiya. Di civînê de mijarên siyasî, leşkerî û aboriya di navbera herdu aliyan de hate nîqaşkirin.

Erdogan careke din li xwe mikur hat ku ewê piştevaniya xwe bi hikumeta wîfaq a Îxwana Mislimîn ya Lîbyayê re dewam bike.

Îro serokomarê dewleta tirk Erdogan serdana Cezaîrê kir û bi serokomar Abdulmecîd Tebbûn re civiya.

Despêkê civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Piştê ku hevdîtin qediya herdu aliyan ji raya giştî re daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de Erdogan diyarkir ku wan him di mijara vîze him jî di mijara leşkerî, siyasî û aborî de gelek peyman îmze kirine.

Erdogan diyarkir ku ew ewlehiya Cezayîr ewlehiya xwe dibînin ji bo wan Cezaîr gelek girînge.

Erdogan di nirxandinê xwe de balkişand li ser mijara Lîbyayê û diyarkir ku ewê nehêlin ku Lîbya bibe cihê terorîstan.

Balkêşe ku Erdoganê ku artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê bi terorî binav dike li Rûsiyayê li derdora yek maseyê civiyabûn.

Serokomarê dewleta tirk ku çeteyan dişîne Lîbyayê îdia kir ku ew ê ji bo aramiya li wî welatî heta dawiyê têbikoşin.

Erdogan got, ewê heta dawî li gel birayên xwe yên Lîbyayî têbikoşin.

Qesda Erdogan ji birayên Lîbyayî hikumeta Wîfaq a Îxwana mislimîne ku ev rêxistin li gelek welatên cihanê weke terorîst hatiye binavkirin.

Back to top button