Xwepêşandan li Bexdayê didomin, 2 kes hatin kuştn

Li Iraqê xwepêşandan bê navber dewam dikin. Îro bi hezaran xwepêşandêr daketin qadan: Careke din di encaama pêvçûnên di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de 2 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.

Li paytext Iraq Bexda û çend bajarên din ên Iraqê îro dîsan bi hezaran xwepêşandêr li qadan bûn.

Li Qada Tehrîrê ku navenda çalakiyên xwepêşandanan a li Bexdayê ye, îro meşên girseyî bi beşdariya xwendekarên zanîngeh û dibistanan pêk hat.

Her weha li Babil û Besrayê xwendekar bi girseyî tevlî xwepêşandanan bûn û rêyên sereke girtin.

Li Qada Tehrîr a Bexdayê hêzên ewlehiyê bi gule û gaza îsotê êrişî xwepêşandêran kir û di encamê de 2 xwepêşander hatin kuştin.

Someriye News ku agahiyên xwe spart çavkaniyeke tenduristiyê ragihand ku 30 xwepêşandêr di pevçûnên li bajarê Nasiriyê de birîndar bûn.

Çavkaniyê diyar kir ku li Qada Wesbe ya li naver-asta Bexdayê hêzên ewlehiyê bombeyên rondikrêj bikar anîn û ji ber zehmetiyên di bêhngirtinê de 13 kes bandur bûn.

Şeva borî jî, Hêzen Iraqê dest bi pêngava binçavkirin û êrişkirina xwepêşanderên kiribû.

Xwepêşandêran eşkere kirin ku wê 31 Çile li seranserî Iraqê xwepêşandanên bi beşdarbûna milyonan dest pê bikin û ber bi herêma Kesk bimeşin.

Sê daxwazên sereke yên xwepêşandana hene ew jî

Diyarkirina Serokwezîrekî demkî ku serbixwe

Hilbijartina pêşwext

û Guhertina sîstema pêşwext.

Herî dawî Rêberê Tevgera Sedir Mutdeta Sedir bang li alîgirên xwe kir ku îro xwepêşandan ber bi balyozxaneya Amerîka ve biçe.

Herî dawî Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) diyar kir ku heya niha 600 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin û zêdeyî 25 hezar kes jî birîndar bûne.

Back to top button