Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) derbarê pêla nehemîn a êrişên xwe yên li ser Îranê, daxuyaniyek belav kir.
CENTCOM ragihand ku serê sibehê dawî li pêla 9’an a êrişên xwe yên li ser Îranê anî.
Di van êrişan de gelek navendên stratejîk û leşkerî yên wek navendên fermandariya leşkerî, sîstemên parastina hewayî, bingehên çavdêriya peravan, hêza deryayî, cihên avêtina mûşek û droneyan, ligel torên peywendiyên leşkerî hatine hedef girtin.
Her wekî destnîşan kir hêzên wan di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne û ji bo her bersivdanekê bi hûrgulî û çavdêriyeke tund amade ne.



