Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî dawiya vê heftiyê bi fermî serdana paytexta Îran Tehranê dike.
Zeydî daxwaz ji Tehranê kir ku zextê li komên çekdar bike da ku beriya 30’ê Îlona îsal, mûşekên di destê xwe de radest bikin.
Piştî Qeter û Amerîkayê, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Îranê dike.
Li gorî agahiyan biryare di 23’yê vê mehê de Serokwezîrê Iraqê Elî Faleh Zeydî bi fermî serdana Îranê bike.
Elî Zeydî wê dosya komên çekdar nîqaş bike
Elî Zeydî wê li Tehranê dosya komên çekdar nîqaş bike.
Her wiha Zeydî daxwaz dike ku Tehran zextê li komên çekdar bike ku dest ji çekên xwe berdin û mûşekên di destê xwe de beriya 30’ê Îlonê radest bikin ku
Ev dema ku hikûmetê ji bo bidawîkirina dosya çekên derveyî desthilata dewletê destnîşan kiriye.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku rojeva sereke ya civînên li Tehranê komên ku di navendên hikûmetê de wekî ‘serhildêr’ tên pênasekirin be ku bêçekbûnê red dikin.
Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Iraqê Elî Felah Zeydî piştî serdana xwe ya li Tehranê, di 28’ê Tîrmehê de dê ber bi Tirkiyeyê ve biçe. Îhtîmala serdanek ji bo Erebistana Siûdî jî heye.



