Li parêzgeha Enbarê di operasyonekê de du kesên ku çek dişandin Suriyeyê hatin binçavkirin.
Li gorî rojnameya El-Meda, hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Enbarê di encama operasyonek de.
Du gumanbarên bi navên Salih Mihemed Salih û Hadî Selal Cabirî binçav kirin.
Ev kes ji ber ku çek dişandin Suriyeyê hatin binçavkirin.
Lêpirsîna li gel gumanbaran dest pê kiriye daku agahiyên derbarê rêyên veguhastina çekan û kesên din ên ku destê wan di vî karî de heye, bi dest bixin.
Hêzên ewlehiyê diyar dikin ku operasyona şopandinê ya ji bo girtina hemû endamên din ên vê şebekeyê berdewam dike.



