Li Malî êrîşek pêk hat 19 leşkerên artêşa Maliyê hatin kuştin

Li Malî di êrîşeke nenas de ku li nîva welêt pêk hat, 19 leşkerên artêşa Maliyê jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Maliyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Sokolo li nêzî bajarokê Nîyano îro sibehê êrîşek li dijî artêşê pêk hat.

Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîş ji aliyê çekdarin nenas ve pêk hat.

Di encamê de 19 leşkerên artêşê jiyana xwe ji dest dane û 5 birîndar bûn.

Herêma Soloko 400 KM dûrî paytexta Malî, Bamako ye û dikeve ser sînorê bi Morîtaniyayê re.

Ji destpêka salê ve, ev pêncemîn êrîş e ku li dijî Artêşa Maliyê pêk tên.

Back to top button