Tirkiye di azadiya çapemeniyê de kete lîsteya welatên ‘Xeternak’

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2023’an de Tirkiye di nava 180 welatî de xist rêza 165’an.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ragihand ku Tacîkistan, Hindistan û Tirkiye ji rewşa ‘bi pirsgirêk’ derbasî rewşa ‘xeternak’ bûn.

Tacîkistan li gorî salek berê bi pûanekê, Hindistan bi 11 pûanan û Tirkiye jî bi 16 pûanan kêm kir.

Têkildarî Îranê jî ku di rêza 177’an de ye, işaret bi zexta li ser tevgera civakî hate kirin ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî destpê kir.

Lewma ev zext bû sedem ku pûana Îranê kêm bibe.

Li gorî endeksa salane, li Tirkiyê rejîma Erdogan beriya hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’an zextên li ser rojnamevanan zêde kir.

Li Tirkiyê ji sedî 90’î yê medyayê di bin kontrola hikumetê de ye

RSF’ê ragihand ku ji sedî 90 ê medya li Tirkiyê di bin kontrola hikumetê de ye.

Back to top button