Rîham Hico: bi berxwedana jinên Êzidî wê planên qirêj têk biçin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di çarçoveya plansaziya sala nû de li gundê Guhbela ya Şengalê civînek li darxist û balkişandin li ser giringiya rêxistinbûna jinan û gotin: Bi berxwedana jinên êzidî dê planên qirêj têk biçin. Ji bo jiyanek azad, divê jin bi hev re rabin ser piyan û bi hev re têbikoşin.

Bi dest pê kirina sala nû re Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li gundên Şengalê dest bi civînan kirin.

Duh civîna duyem li gundê Guhbela Şengalê hat lidarxistin.

Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Rîham Hico, endama Kordînasyona Yekitiya Ciwanên Êzidî Sara Şengalî û endama TAJÊ Pakîze Celal tevlî civînê bûn.

Rîham, di civînê de bal kişand ser planên ku li hemberî Şengalê tê meşandin

Sara Şengalî: Em ji bo jiyanek azad kedê didin

Sara Şengalî jî balkişan de ser rewşa jinên ciwan ên li kampên başûrê Kurdistanê û da zanîn ku yekane rêya rizgarbûna ji van bûyeran xwe bi rêxistin kirine û got;

“Ger ciwanên li kampan vegerin warên xwe û xwe bi fikrê Rêber Apo xwe perwerde bikin wê demê em ê ne bi mirinê, em ê ji bo avakirina jiyana azad kedê bidin û têbikoşin.”

Pakîze Celal: Divê em bi hev re rabin ser piyan

Endama TAJÊ Pakîze Celal, jî da zanîn ku ji bo jinan tişta herî girîng rêxistinbûne û diyar kir ku ger bi hev re rabin ser piyan wê bikarin gelek guhertinan çêbikin. Divê jin xwe birêxistin û perwerde bikin.

Back to top button