Endama Rêveberiya Kongra Star a Bajarê Hesekê Celîla Mele Elî û Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temir Madlên El-Ibêd teqez kirin ku êrîşên li ser Eyn Îsayê komployek navneteweyî ya bi pêşengtiya Rûsya ye, bi van hevpeymanan komployên qirkirin û guhertina demografîk tên kirin û pergala Netewa Demokratîk hedef tê girtin.
Dewleta tirk û hevkarên wê êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsa, Til Temir û gundewarên wê berdewam dikin.
Ev êrîş tevî peymanên agirbestê li pêş çavên garantorê herêmê Rûsyayê pêk tê û Rûsya bê deng e.
Têkildarî mijarê, Endama Rêvberiya Kongra Star a Bajarê Hesekê Celîla Mele Elî axivî û got:
Eyn Îsa û Til Temir cihekî stratejik e û dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji hev qut bike.
Bêdengiya Rûsyayê ya li hember êrîşan ji encamên hevpeymanên veşartî û ne eşkere yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de pêk tên.
Celîla Mele Elî da zanîn wan xeta berxwedanê hilbijartiye û bi yekîtiya pêkhateyên herêmê ew ê bi ser bikevin.
”Polîtîkayên qirkirinê li dijî dergûşa şaristaniyê tên kirin”
Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd jî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin nirxand.
Madlên destnîşan kir ku armanca êrîşan têkbirina şoreşa jinê û valaderxistina projeya Netewa Demokratîk e û wiha nirxand,
Êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, îro bi siyaseta guhertina demografiya herêmê dewam dike.
Madlên El-Ibêd diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî li hember êrîşan teqez dike ku komployeke mezin heye, wê jin van komployan bi vîn û têkoşîna xwe têk bibin.