CENTCOM bîlançoya operasyonên meha Sibatê eşkere kir

CENTCOM ragihand ku di meha sibatê de li Iraq û Sûriyê 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştine 

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

”Em di warê têkoşînê li dijî DAIŞ’ê de pişta xwe bi hêzên navxweyî û QSD’ê ve girê didin.”

CENTCOM’ê ragihand ku wan li Iraq û Sûriyê di meha Sibatê de 48 operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîne.

CENTCOM: Li Sûrî û Iraqê 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Her wiha eşkere kir ku di encama operasyonên bi hêzên hevbeş re 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 14 jî hatin girtin.

CENTCOM’ê diyar kir ku 4 leşkerên wan û kuçikek wan jî di operasyona de birîndar bûne.

SHOR: YÊ LI IDLIBÊ HATIBÛ KUŞTIN SERÇETE EBDULREÛF EL-MUHACIR E

Li aliyekî dinê 24’ê Sibatê li Idlibê operasyonek hat lidarxistin û têde 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku çeteyên di operasyonê de hatî kuştin Ebdulreûf El-Mihacir bû.

Çavêriyê da zanîn ku ew çete bi navê Ebû Sara El-Iraqî weke mejiyê çeteyên DAIŞ’ê yê fikrê tundrew tê naskirin.

Back to top button