Li bajaroka Dukan a Silêmaniyê di dema xwepêşandanê de welatiyek ji ber lêdana hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyên hatin girtin, di dema xwepêşandana li bajaroka Dukan a Silêmaniyê de hêzên ewlehiyê bi daran li welatiyê bi navê Hemze yê temenê wî di navbera 50 ta 60 salî de xistin.
Hate gotin nexweşiyên demdirêj ên wî welatî hebûn û ji ber lêdanê jiyana xwe ji dest da.