Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, semînerek li taxa Zorava ya Şamê hat dayîn.
Semîner ji aliyê Kongra Star ve bi beşdarbûna bi dehan şêniyên taxa Zorava ya li Şamê hat dayîn.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Şamê Newroz Xelîl semîner bi rêve bir û têde got:
“8’ê Adarê rihê têkoşîna sedên salan a rizgariya ji qeydên koletî û zihniyeta baviksalarî îfade dike.”
Newroz Xelîl soza girêdana jinên Kurd bi doza Rêber Apo û doza azadiya jinan da.
Semîner bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi dawî bû.