Roja duyem a danişîna Doza Kobanê dest pê kir

Îro roja duyemîn a rûniştina Doza Kobanê ya dijî HDP’ê li girtîgeha navçeya Sîncanê a Enqerê dewam kir.
.Siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin parastina xwe bi kurdî kirin.
Siyasetmedaran diyar kirin HDP’ê tirs xistiye nava dilê desthilata Tirk û diyar kirin ew dest ji têkoşîna xwe bernadin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar jî ku rûniştina ‘Doza Kobanê’ şopand diyar kir ku ‘Doza Kobanê’ ji serî heta dawî plangerî û komplo ye.

Îro, roja duyemîn ji Danişîna Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî, 108 siyasetmedarên kurd tên darizandin, dest pê kir.

Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.

Pipsorên Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) û nûnerên dîplomatîk ên welatên Yekîtiya Ewropayê dozê şopandin

Di rûniştinê de bi sedan parêzer ji bo siyasetmedaran biparêzin amade bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, gelek parlamenter û rêveberên HDP’ê û rêxistinên jinan doz şopandin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê FîgenYuksekdag, endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak, Zeynep Olbecî bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn.

Rûniştin bi parastina Ayla Akat Ata dest pê kir.

Siyasetmedaran parastina xwe bi Kurdî kirin

Siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin têkildarî daxwazên reda dadgerî, parastina xwe bi kurdî kirin, lê bêyî ku wergervan hebe daxwazên wan hatin wergirtin.

Siyasetmedaran diyar kirin ku HDP’ê tirs xistiye nava dilê desthilata dewleta Tirk û destnîşan kirin ku ewê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Hat gotin, doza ku jê re dibêjin Doza Kobanê doza qedexekirina siyaseta gelê kurd e.

Mithat Sancar: ‘Doza Kobanê’ ji serî heta dawî komplo ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mithat Sancar ku rûniştina ‘Doza Kobanê’ şopand, li pêşiya Girtîgeha Sîncanê daxuyanî da.

Mithat Sancar anî ziman ku ‘Doza Kobanê’ ji serî heta dawî komplo ye û ji bo hilanîna tolê ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye amadekirin.

Sancar anî ziman ku hewl tê dayin doz bi bayê bezê bê qedandin û bê tarîkirin, û diyar kir ku Heyeta dadgehê li dijî hiqûqê tevdigere û ne pêkan e ku ev doza komployê bê meşandin.

Back to top button