DYA: Em nahêlin çêkirina ‘Nord Stream 2’ bidawî bibe

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand ku ew rênadin projeya boriya gaza xwezayî ya Nord Stream 2 bi dawî bibe.
Ji bo vê yekê jî wê hemû hewildanên xwe yên dîplomatîk bikar bênin.

Nûnera Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA Jalina Porter têkildarî mijarê di daxuyaniya çapemeniya rojane de agahî da.

Li ser pirsa li hemberî şirketên ku di projeya Nord Stream 2 de wê ceza werin ragihandin Jalina Porter wiha got:

Rêveberiya DYA, ji bo projeya Nord Stream 2 bidawî nebe, ew ê hemû derfetên xwe bikar bêne.

Em ê teqez bikin ku li ser bingehek du-partî, em bi xurtî li dijî vê projeya bandora xirab a Rûsyayê derdikevin.

Armanca me ew e ku ewlehiya enerjiyê ya Ewropayê garantî bikin û li dijî hemû kiryarên dijminane yên Rûsyayê derkevin.

Piştî vê daxuyaniyê ji Rêveberiya Serokê DYA Joe Biden, daxuyaniyek nû derket û ragihand ku wê ti cezayan li ser şirketên di projeyê de dixebitin cezayan ferz neke.

Hêjayî bibrîxistinê ye projeya navbûyrî bi bihayê 10 milyar euro hatibû çêkirin.

Armanca sereke ya projê salane 55 milyar metrekup gaza Rûsî derbasî Almanya bike.

DYA, Ukrayna, Polonya û welatên Baltîk li dijî vê yekê derdikevin.

Back to top button