Di nav 2 rojan de 8 hezar koçber ji Fasê gihiştin Spanya

Spanya bûye bi pêla pêşwazîkirina koçberan re ketiye nava aloziyê.
Di nava 2 rojên dawiyê de, ji fazê 8 hezar koçberî ji Fasê xwe gihand Spanya.
Hikumeta Spanya jî ragihand ku wan nêzî 6 hezar koçber vegerandine Fasê.

Wezareta Karê Hindirîn ya Spanya ragihand ku ji 17’ê Nîsanê ve ji Bakurê Efrîka nêzî 8 hezar koçber bi ser Fasê re xwe gihandine bajarê Ceuta yê Spanya.

Wezaretê diyar kir ku wan piraniya van koçberan careke din ji bo Fasê vegerandine.

Bi qasî 5 hezar û 600 koçberên ku bê serûber xwe gihandibûn Spanya li Fasê hatine vegerandin.

Li ber peravên deryayî yê bajarê Ceuta yê Spanya hêzek zêde ya polîs û artêşê hatiye erkdarkirin.

Lê tevî vê yekê jî pêla koçberiyê didome.

Hikumeta Spanya ji bo dawî li vê rewşê bêne ketiye nava tevgerê.

Back to top button