Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo û Helebê êrişa li dijî gaziyan şermezar kirin.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûiyê a bajarê Helebê jî balkişand ser bêdengiya hêzên navnetewî û got: “Ew piştgiriya terora Tirkiyê dikin.”
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser avahiya Federasyona Birîndarên Şer a li bajarê Qamişlo, daxuyanî da.
Meclisê got:
“Em berdewamiya kiryarên dewleta Tirk a dagirker û hedefkirina bêserûber ya li dijî avahiya Federasyona birîndarên şer bi tundî şermezar dikin.
Birîndarên şer ji bo parastina gelan û cîhanê, parçeyên laşê xwe winda kirin û cîhan ji metirsiya terora DAIŞ’ê xilas kirin.
Ev êriş weke bêexlaqî hate binavkirin û bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan ên ku îdîaya mirovahiyê dikin ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rawestînin.
Dawiyê hat gotin, em ê li ser axa xwe bimînin û destkeftiyên şoreşa xwe bi felsefeya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan biparêzin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.
Federasyona Gaziyan: Di êrişê de hevalên gazî bi giranî birîndar bûn